Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez bertek nîşanî qanûna “Ji bo terorîstan darvekirin” ku ji hêla Parlamentoya Îsraîlê ve hat derxistin da.
Sanchez diyar kir ku sererastkirin tenê ji bo Filistîniyan hatiye çêkirin û anî ziman ev tê wateya "gaveke nû ya ber bi apartheidê ve".
Sanchez li ser platforma medyaya dîjîtal X’ê daxuyanî da û got, "Ev tedbîreke asîmetrîk a ku wê ji bo Îsraîliyên ku heman sûc dikin neyê sepandin. Heman sûc, cezayek cûda. Ev ne edalet e”. Sanchez bang li civaka navneteweyî kir ku "bêdeng nemînin".
BI VÊ QANÛN ÇI TÊ PÊŞBINÎKIRIN?
Qanûna ku ji aliyê Parlamentoya Îsraîlê ve hat erêkirin pêşbonî dike ku eger welatiyek an niştecihekî Îsraîlê bi zanebûn "bi mebesta bidawîanîna hebûna dewleta Îsraîlê" were qetilkirin, sûcdar dê bi cezayê darvekirinê an jî cezayê heta hetayê were cezakirin. Lê ji bo Filistîniyên ku li Şerîaya Rojava ya dagirkirî dijîn, heke kiryar ji aliyê dadgehên leşkerî yên Îsraîlê ve wekî "terorê” were nirxandin, wê cezayê darvekirinê bê asta cezayekî fîîlî . Li gorî qanûnê, cezayê darvekirinê piştî were erêkirin di nav 90 rojan de yan jî di hin rewşan de heta 180 rojan were paşxistin û wê sepandina wê pêkan be.
FILISTÎNÎ LI DADGEHÊN LEŞKERÎ, NIŞTECIHÊN ÎSRAÎLÎ LI DADGEHÊN SIVÎL TÊN DARIZANDIN
Filistîniyên li Şerîaya Rojava li dadgehên leşkerî yên Îsraîlê têne darizandin, niştecîhên Îsraîlî yên ku li heman herêmê dijîn di çarçoveya sîstema hiqûqa sivîl de tên darizandin. Ji ber vê yekê, sererastkirina nû ji ber ku wê heman sûc bi rejîmên darizandinê yên cûda û cezayên cûda bûn dayîn wekî cudakarî tê dîtin. Li gorî Reutersê qanûn yek ji daxwazên ku demek dirêj ji hêla rastgirên tund ve dihat piştgirîkirin bû û rê li ber rexneyên cidî yên navneteweyî vekir.
EWROPA Û DERDORÊN MAFÊN MIROV BERTEK NÎŞAN DAN
Qanûn ne tenê ji aliyê Madrîdê ve di heman demê de ji aliyê saziyên Ewropayê ve jî rastî bertekan hat. Yekîtiya Ewropayê sererastkirin wekî “metirsiyeke kûr” pênase kir. Komîteya têkildar a Meclîsa Parlamenter a Konseya Ewropayê hefteya borî hişyarî da ku berfirehkirinek bi vî rengî wê encamên cudakar ji bo Filistîniyan derxe holê. Konseya Ewropayê daxuyand ku cezayê mirinê bi mafên mirovan re ne lihevhatî ye û ji nû ve berfirehkirina wê li dijî erkên navneteweyî ye.